Pirsek li ser teqwayê ji Ebû Hureyre re radîyellahu anh
Zilamek hat ba Ebû Hureyre radîyellahu anh û jê pirsî: Teqwa çi ye? Ebû Hureyre bi pirsekê bersiv da wî: Ma te di riyeke tije dirî de meşiyaye? Mêrik got: Erê, min meşiyaye. Got jê: Û te çawa tê de meşiya? Mêrik got: Min dirî dît, vêca ez jê dûr ketim, yan min jê derbas kir, yan min jê xwe parast. Ebû Hureyre radîyellahu anh got: Teqwa jî wisa ye.